Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser: Dibe ku Hin Kes Binpêkirinan Bikin, Lê Ew Ne Rêbaza E


Desteya Peywendîyên Derve ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rohijlata Sûrîyê, roja Yekşemê got ku ew amade ye bi rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan re hevkarîyê bike.

Di daxuyanîya Desteya Têkilîyên Derve de hat ku "Rêvebirî girîngîya raporên rêxistinên mafên mirovan nas dike".

Di 17 vê Nîsanê de Rêxistina Amnesty International piştî serdana herêmên Rêvebirîya Xweser kir raporek weşand û tê de ew bi binpêkirinên mafê mirovan derbarê girtî û malbatên Daişê de tawanbar kir.

Li gor Amnesty International dibe ew tawan bighêjin asta sûcên şer.

Berdevkê desteya karê Derve ya Kemal Akif bi daxuyanîyekê jibo Dengê Amerîka eşkere kir ku Rêxistina Amnesty International "Bi saya hevkarîya Rêveberîya Xweser" raporta xwe amede kir.

Akif tawanên ku di rapora Amnesty International û hin têgehên ku di raporê de hatin gotin red kir, û got ku Rêvebirî rêzê li mafê mirovan digre.

"Ev binpêkirin dibe ku hin kes bikin, lê ne rêbaza karê Rêvebirîya Xweser e," Akif got.

Piranîya rapora Amnesty behsa du girtîgehên serekî kir, girtîgeha Panorama li Hesekê, û girtîgeha kampa El-Çînî li Şedadê, ku her du girtîgeh bi hezaran Daişî yên ku di encama şerê Baxozê de di dawîya Adara 2019an xwe radestî Hêzên Sûrîya Demoqratîk (HSD) û koalîysonê kirin tê de girtî ne.

Ku ev her du girtîgeh ji alîyê HSDê û koalisyonê ve tên birêvebirin.

Daxuyanîya deseta karê derve bal kişand ku Amnesty daxawza derbazbûna her du girtîgehan ne kir û derbazî wan nebûye.

"Dibe ku tîma Amnesty ser bingeha idayên endamên şanên razayî yên Daişê beşê rapora xwe derbarê girtîgeha El-Çînî û Panorama de amade kir ye," daxuyanîyê got.

Şopîner bawer dikin ku Rêvebirîya Xweser piştî weşana rapora Amnesty, dest bi lêpirsînek navxweyî kir ye, lê encam hîn nehatine eşkere kirin.

Lê, Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman hevkarîya Rêveberîya Xweser bi rêxistinên mafên mirovan yên navnetweyî wek gavek erênî dinerxîne.

"Hevkarî ligel rêxistinên mafê mirovan wê pirs û kêşeyên girêdayî mafê mirovan li herêmê çareser bike,"Silêman got.

Li herêmên Rêvebirîya Xweser li Sûrîyê bêitrî 40 hezar kes ji malbatên Daişê li du kampên sereke ku kampa Hol û Roj dimînin.

Herwisa, nêzîkî 27 girtîgeh ku tê de bêtirî 10 çekdarên Daişê lê girtî ne.

Amnesty derbarê mafê mirovan di wan kamp û girtîgehan de rexneyên tund li Rêvebirîya Xweser dike.

Rêvebirîya Xweser jî bi daxuyanîyekê bersiva Amnesty da û bang li civaka navdewletî kir ku erkên xwe bi cih bîne û piştgirîya Rêveberîya Xweser bike da ku bikaribe pêdivîyên li kamp û girtîgehan pêk bîne, ku pêwîstîya wan bi çavkanîyên darayî yên mezin heye, ku zêdeyî karîna aborî ya wê ye.

XS
SM
MD
LG