Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Bang li Hamasê Dike ku Pêşnîyara Agirbestê ya Îsraîlê Qebûl Bike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, li Foruma Aborî ya Cîhanê , Rîyad, Erebîstana Saudî, 29 Nîsan,2024
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, li Foruma Aborî ya Cîhanê , Rîyad, Erebîstana Saudî, 29 Nîsan,2024

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Duşemê li Rîyadê bang li Hamasê kir ku demûdest pêşnîyara herî dawî ya Îsraîlê qebûl bike.

Blinken dîyar kir ku Hamas, tiştê ku di navbera gelê Gaza û agirbestê de rawestîye tenê Hamas e û divê koma çekdar zû biryarê bide.

"Ez hêvîdar im ku wê biryara rast bidin," Blinken got.

Misir, Qatar û Amerîka bi mehan e, navbeynkarîyê dikin ku di navbera Îsraîl û Hamasê de, jibo rawestandina şer peymaneke agirbestê pek were.

Çaverê bû ku nûnerên Hamasê îro li Qahîre bi navbeynkarên Qatarî û Misrî re bicivin, da ku bersîvekê bidin pêşnîyara agirbestê ya ku Îsraîlê di dawîya hefteyê de pêşkêş kiribû.

Ne dîyar bû ku şanda Hamasê giheştine Qahîre yan na, lê li gor jimareke jêderan navbeynkarên Qatarê li Qahîre amade bûne.

Berpirsekî payebilind yê Hamasê roja Yekşemê got ku koma mîlîtan di plana agirbestê ya herî dawî ti "pirsgirêkên girîng yên mezin"nabîne.

Blinken, piştî êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê ya ku bû sedema şer, cara heftan e ku serdana Rojhilata Navîn dike,

Karbidestekî wezareta derve got ku Blinken wê di dawîya vê hefteyê jî here Îsraîl û Urdunê.

Wezîrê Derve yê Misirê Semîh Şukrî jî di heman civînê de axifî û got ku tevî ku hîn biryara dawî derneketibe jî, ew hêvîdar e ku vê carê ser peymaneke lihevkirinek çêbe.

Li Îsraîlê xwepêşandan didomin, yên ku ji hikûmetê peydakirina berdana 129 dîlên di destê Hamase de ku tê texmînkirin li Gaza ne tevî ku artêşa Îsraîlê dibêje 34 mirine.

Ew di êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê de lji başûrê Îsraîlê hatin revandin, ku bû sedema şer û di encamê de nêzîkî 1170 kes hatin kuştin, ku piranîya wan sivîl in, li gor jimarên fermî yên Îsraîlê.

Li gor daxuyanîya îro ya wezareta saxlemîya Gaza ku di bin kontrola Hamasê de ye, di êrîşên Îsraîlê de heya niha herî kêm 34 hezar û 488 kes Filîstînî hatine kuştin, ku piranîya wan jin û zarok in.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG