Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîya Dana Gas Xebata Xwe yên li Kormorê Rawestand


Kompanîya Dana Gas îro Duşemê ragihand ku ew piştî êrîşeke kujer ya roja Înê, xebatên xwe yên li kargeha Kormorê li Herema Kurdistana Îraqê sekinand.

Dana Gas biryara sekinandina xebatên li Kormorê, bi daxuyanîye ji Bazara Darayî ya Mîrgehên Ereb yên Yekbuyî re ragihand.

Kompanî dîyar kir ku di êrîşa ser Kormorê de, dron li tankeke depokirina gazê ketiye û di encamê de 4 karker mirin û 8 kesên din jî birîndar bûne.

"Tevî ku zararek pir piçûk giheştiyê kargehê, jibo ewlehîya hemû karmend û navendên kompanîyê, me bi demkî hilberîn sekinand û pêyvajoya pîvanên taybet daye destpê kirin,"

Zevîya gazê ya Kormor, di navbera bajarên Kerkûk û Silêmanî ya bin kontrola Herema Kurdistanê de ye.

Berdevikê Hikûmeta Kurdistanê Pêşhewa Hewramanî ragihand ku 4 kesên ku di êrîşê de hatine kuştin, welatîyên Yemenê ne.

Kargeha Kormorê di salên dawî de gelek caran rastî êrîşan hat, lê êrîşa dronî ya roja Înê bûyera yekê ya kujer bû.

Di van salên dawî de Kormor gelek caran bi roketên Katyusha hat êrîş kirin, lê zirarên girîng pêk nehatin.

Karbidestên Herema Kurdistanê, komên alîgirên Îranê bi wan êrîşan tawanbar kiribûn.

Karbidestên elektrîkê ragihand ku jiber êrîşa roja Înê, peydakirina gazê jibo santralên elektrîkê yên herêmê re qut bûye û 2.500 megawat (MW) elektrîk hatiye winda kirin.

Hêzên ewlekarî yên Îraqî ragihandibû ku jibo lêpirsîna bûyerê, şandeyeke hatiye erkdar kirin da ku êrîşkar werin dîtin û ceza kirin.

Dana Gas jî îro got ku berpirsên kompanîyê jibo xurtkirina tedbîrên ewlekarî û berevanîyê li Kormorê ku xebatên hilberîna gazê li kargehê jinûve destpê bikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG