Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FDA Vaksînên Nûkiri yên COVID-19 Erê Dike


Rêvebirîya Xwarin û Dermanê ya Amerîkî (FDA), bi hêvîya kû ev yek hemwelatîyan ji cûreya nû ya vîrûsa korona biparêze, vaksînên nûkiri yên COVID-19 erê kirin.

Biryara FDA rê dide kompanîyayên wek Moderna û Pfizer/BioNTech ku derzîyên xwe li gel belav bikin û herwiha bidin wan kesên ku qet vaksîna korona wernegirtine. Ev beşeke ji plana rêgirtina COVID-19 ya li demsala payîzê û wê bibe wek derzîya salane ya influenzayê.

Lê, berî nûvekirina derzîya COVID-19 were dabînkirin, divê Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (CDC) jî vê yekê erê bike.

Li ber e îro sêşemê paneleke taybet li ser wê yekê bicive biryar bide ku kî ji her kesî zêdetir pedivîya derzîyê be.

Reng e lêdana vaksînên nû di dawîya vê heftêyê de destpê bikin û Amerîkî wê bikaribin wê vaksînê di heman demê de bi derzîya influenzayê re li xwe bidin.

XS
SM
MD
LG