Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Skotlandê Hamza Yusif Dest ji Kar Berdide


Rêberê Skotlandê Hamza Yusif îro Duşemê ragihand ku ew hem ji seroktîya Partîya Netewî ya Îskoçya (SNP) ya serbixwexwaz hem jî wek serokwezîrtîya hikûmetê vedikêşe.

Yusif ketibû rewşeke dijwar, piştî peymana koalîsyonê ya bi Partîya Kesk hilweşîbû û wî nekarîbû jibo dengdana nebawerîyê de, ku li ber e vê heftê pêk were, piştgirîya pêdivî peyda bikira.

Yusif, ku sala borî li şûna Nicola Sturgeon bûbû wezîrê yekê û rêberê SNP leader, got ku êdî dem hatiye ku yekê din rêvebirîya Skotlandê bike.

Lê, wî da zanîn ku heta kesekî din li şûna wî were hilbijartin, ewê li ser kar bimîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku SNP piştî 17 salên li ser desthilatê, ketiye rewşeke lawaztir û anketên dawîyê nîşan didin ku Partîya Karkeran derbazî pêş SNP bûye.

Jêder: Resuters

XS
SM
MD
LG