Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Îsraîl û Hamas û Egerên Belavbûna Şer li Rojhilata Navîn


Şerê Îsraîl û Hamasê û Bandor li Ser Herêmê
Şerê Îsraîl û Hamasê û Bandor li Ser Herêmê

Berdewamîya şerê di navbera Îsraîl û çekdarên Hamas de, bêguman bandorê li ser ewlehîya tevaya Rojhilata Navîn dike.

Welatên mislman yên mezin li herêmê piştevanîya xew bo Hamas û Filestînîyan diyar dikin li dema ku welatên Rojava bi taybet Amerîka alîgirîya Îsraîlê dike.

Berdewamiya şer tirsa berfirehbûn û belavbûna wî şerî zêdetir dike, di dema ku milîsên çekdar yên bi piştevaniya Îranê yên li herêmê weke Hîzbullah Lubnanê, hin grûpên çekdar li Îraqê, çekdarên Hûsî li Yemenê û hin grûpên çekdar yên li Sûriyê Hamasê destek dikin li dij armancên Îsraîlê û hin welatên rojavayî êrîşan encam didin.

Di Mîjara Rojê ya Dengê Amerîka de, Dr. Eli Mîran mamostayê zanista siyasî li zaningeha Zaxo û şarezayê Rojhilata Navîn û Îranê birêz Abdulla Hicab behsa karîgerîya şer û rolê welatên herêmê yên weke Îran û Tirkîye dikin.

Dr. Mîran dibêje Îran dixwaze xew bide diyar kirin ku "Ez heme û Ez dikarim balansa deverê biguherînim."

Bi tevahî şerê Îsraîl û Hamasê yê bûye derfet bo hindek welatan da ku ajendaya xwe ya siyasî cîbicî bikin.

Birêz Abdullah Hicab dibêje, tevî ku Îran şerê Gaza bo dijmikarîya Kurdan bikar tîne, lê Tirkîye li jêr sîbera heman şer ajendaya xwe ya dojminkariya li hember kurdan li Titkîye û Rojava bicih tîne.

Mîjara Rojê.m4a
please wait

No media source currently available

0:00 0:50:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG