Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xeterîyên ser Ewlekarîya Xwarinê li Bakur Rojhilata Sûrîyê


Jiber krîza aborî li Sûrîyê ya ku her diçe kûrtir dibe, gefên li ser ewlekarîya xwarinê jî li vî welatî zêde dibin.

Ev rewş li herêma bakur û rojhilata Sûrîyê jî tê jîyan kirin, bi taybetî piştî êrîşên Tirkîyê li ser binezasîya herêmê ku zerarên mezin di sazîyên xizmetkarîyên giştî û derfetên pêjîyanê de, çêbûne.

Human Rights Watch çend roj berê di raporteke xwe de, dest nîşan kir ku bombebarana Tirkîyê li ser bakur rojhilata Sûriyê av û elektrîk ji ser bi mîlyonan rûniştvan qut kir, herwiha dezgehên petrolê û take stasyona gaza malan li tevahîya herêmê, bombebaran kirine.

HRW êrîşên Tirkîyê weke sûcên şer binav dike û dibêje, “Tirkîye bi qest û zanebûn, zerarên mezin gihandine sivîlan, ku ev êrîşên berdewam li ser binesazîya sivîl gelek dezgehên bingehîn wêran kirine, nexweşxane, nanpêjgeh û sazîyên avê, herwiha şewita gerek jibo xwarinê, germkirinê û çandinîyê jî, bi dawî dibe”.

Li gor Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP), nêzî 13 mîlyon kes li Sûrîyê rûbirûyî tunebûna ewlekarîya xwairnê dibin, herwiha nêzî 7 mîlyon derbiderên li hindurê Sûrîyê bi alîkarîyan heye.

Di bernameya Mijara Rojê de, rewşa ewlekarîya xwarinê li bakur û rojhilata Sûrîyê, tê gotûbêj kirin.

- Êrîşên Tirkîyê li ser binesazîya herêma bakur û rojhilata Sûrîyê, çi bandor li ser ewlekarîya xwarinê û derfetên pêjîyanê çêkirine?

- Jêder û çavkanîyên aborî ku herêma bakur û rojhilata Sûrîyê bi wan dewlemend e, çima tam naxebitin û astngî li pêş hilberîna wan çi ne?

- Jibo sererastkirina zerarên jiber şer û êrîşan çêbûne, çi gerek e bê kirin daku fişarên li ser ewlekarîya xwarinê sivik bibin û xwetêrkirin peyda bibe?

- Derbiderên li herêmê çawa bi lawazbûna rewşa ewlekarîya xwarinê bandor bûne, rêkar û alternatîfên di destê Xweserîya Demokratîk de jibo wan, çi ne?

Jibo bersivandina van pirsan û zanîna agahî û şîroveyên pirtir, di Mijara Rojê de ev babet bi du mêvanan re hat gotûbêj kirin, ew jî:

- Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk, Xerîb Hiso.

- Şîrovekarê Aborî, Çeleng Omer.

Jibo guhdarkirina tevahîya bernameyê fayla deng vekin.

NR_Mijara_Roje_Ewlekariya Xwarine_Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:30 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG